NEXWENDÎTIYA OLÎ YA DI NAV ME DA Û LEYSTOKÊ SIYASÎ
(Ji straneke rûsî ya sovêtî)
Dema hinek hevalên me yên Yekîtîya êzdîyên K’urdistanê ji min ra digotin: «Tu çima tiştekî ji kovara me «Lalişê» ra nanivîsî? — Ez di nav mitalên xwe da digerîyam, min dixwest têbigîhîjim, k’a çi dikarim binivîsim û t’u bersiveke erênî nedidît: «Ê, ezê çi binivîsim?» — Min digot, «- Ez ne amade me û naxwezim hema wisa, ji bo xatirê nivîsekê tiştrkî binivîsim. Pirs û pirsgirêkên êzdîtîyê — pirsne giran in, mijara wê jî ne wisa p’ir hêsan e!..»
Her çiqas jî min gotibû — na, dîsa dem bi dem tişt di mejûyê min da digerîyan, min li ser wan serê xwe dêşand, lê dîsa ez ji xwe r’azî nedimam… Heya ku em gihîştin demekê û min dît, ku hinekan êzdîtî kirine mijara gotin û nivîsên çewt û vala: her kesek, çi tê serê wî, dibêje û dinivîse, nêrînan davêje holê; hemîn di vê rewşê da nedost û neyarên ola êzdî û netewa k’urd jî dest avîtine van nezan û hêsîrên heş û sewdayê xwe yên di nav me da û ev hemû kirine nijara k’irîn- firotana siyasî…
Û ev pirsgirêka wek gêjger’îngekê li hev zivirî-zivirî û ji xwe ra nêrîneke mejûyê nexweş û dûrî heş û aqilan derxist holê. Gotin: «Êzdî ne k’urd in!» Li hemberî vê di nav gel da helwestekê r’û da: «Eger êzdî ne k’urd in, êdî k’î k’urd e?…»
Û van t’evan ez vegerandim zar’otîya min. Û min ji wir va dest bi lêger’îna bingeha xwe ya êzdîtîyê kir: «Em — êzdî kî ne? Ji bo çi ji me ra dibêjin êzdî? Êzdîtî bi xwe çi ye?» Van û pirsên din t’abetî nedidan min…
…Bi rastî, hingî min ç’avên xwe vekirine, ji mirovayê û cîhanê ra têgihîştina min çê bûye, min xwe êzdî nas kirîye… Rasttir dibû, ku mirov bigota, me hemûyan, ên ku di gundê me da mezin dibûn, me xwe wek lawê êzdî nas dikir. Êzdî jî, ne wek tiştekî cûda, wek r’engekî k’urdan, ên here k’urd mayî, yên li ser bingeha netewî dombûyî, û zimanê xwe jî me k’urdî dizanibû… Ev ji çi dihat? Her çiqas bavê min — Cewoyê E’merê Mamo, mamostayê zimanên k’urdî û ermenî bû, endamê Partîya komûnîst a Yekîtîya Sovêtê bû, û îdêolojîya vê partîyê jî atêîzm ferz dikir, lê kalik- pîrikên min û dayîka min bawermend bûn, êzdîtî diparêzîn, şêx, p’îr, xûşk û birayên axiretê, k’oç’ek ji mala me kêm nedibûn. Her cejneke olî bi girêdaneke p’ir mezin dihate pîrozkirin, şev radibûn paşîvê û rojî digirtin, dîwar, stûne û banê xanîyan ên ji tenîya dûyê tendûrê reşbûyî bi êr dinitirandin, êvara cejna Xidirnebî xwe bi hêlikanan dikilan, ji bo ku gunehên xwe dawşînin. Dolîdang digerandin: keç’ û xortên 10-12 salî radibûn ser xanîyê her malekê, goreke r’engîn, an tûrikek di k’uleka wê malê da dadiliqandin û bi hev ra wek stranekê deng didin hev:
Dolîdangê, dolîdangê,
Xortê malê zavangê,
Pîra malê qurbangê…
Tiştekî bixin vê dolîdangê!
Lê hema wê şevê di sinîyekê da ar dadanîn ser stêr, temezîyeke hevtrengî davîtine ser û hîvîya hatina Sîyarê Mirazbexş Xidirnebî bûn. Û eger şopa sima hespê Xidirnebî li ser êr bihata dîtin, bizanibe, çerxa wê malê rast dizivire û ewê bibe xwedî mal û hebûneke mezin, mala wanê t’ije keç’ û kur’ be, wê keç’ û xortên wê malê bigîhîjin bext û mirazê xwe…
Û her çiqas jî ev h’emû hebûn, ev ra-rizmên netewî, toreyên kevneşopî dihatin p’arastin, vî gundî bi êzdîtî bîn dida, lê dîsa jî navê wî P’ampa k’urdan bû. Û h’emû p’ampîyan bi serbilindî digotin em ji P’ampa k’urdan in. Her paşê, dereng navê gund guhartin û danîn Sîp’an. Lê dîsa heya îro jî kesekî ji gundê Sîp’anê ji xwe ra nabêje sîp’anî, dibêjin p’ampî…
Ev rewşa me ya xwezayî bû. Û t’u carê jî li serê me ra derbas nedibû, ku emê vê rewşa xwe ya xwezayî ji hinekan ra şirove bikin… Dibe ku, eger ev nezanîya ji nav me derk’etî nînbûya, me di derbarê van tiştan da behs jî nekira.
A li vir e, ku dibêjin: «T’u tiştekî xirab t’une, ku tiştekî qenc tê da nînbe!»
Belê, em dîsa vegerin ser P’ampa k’urdan. Ev gund li Ermenîstanê, bak’ûrê çîyayê Elegezê, di nav sêgoşeya r’êzeçîyan da destpêka sedsala 19-a ji hêla êzdîyên ji tevkujîya R’oma r’eş filitî va hatibû avakirin… Û van êzdîyan hê 200 sal berê dizanibûne, ku ew bi ola xwe va êzdî ne, lê bi netew k’urd in, ango k’urdên êzdî ne. Û ji bo wê jî navê gundê xwe danîbûn P’ampa k’urdan.
Mirov dêşe jî, ku di destpêka sedsala 21-î û hezarsala sisîyan van tiştan şirove dike, lê çawa bikî, kortî û nezanîyê t’imê di dîroka me da r’oleke r’eş û kirêt lîstine, û ên ku bi van nezanan dilîzin jî wek seên birçî, yên ku li der-dorên malan digerin, ji bo hestûyekî birevînin, dest davêjin wan û dijî yekîtîya netewî didin lîstin!..
Lîstik bi lîstikan, lê em bên ser êzdîtîyê.
Di Sovêta berê da, bêhtir jî di Ermenîstanê da k’urdan êzdîtîya xwe baş p’arasîtye. Ev jî ji ber ku 24 gundên me yên xurû k’urdî li Ermenîstanê hebûne — bi zîyaret û ocaxên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va, bi xanî û tendûr-kuçikên xwe va, bi şîn û şahîyên xwe va. Hemû bi r’eng û naver’oka xwe va — netewî r’eng û awazên ola k’urdan a kevnar êzdîtîyê lê.
Bi h’emû r’abûn r’ûniştina xwe va van k’urdan bi êzdîtî bîn didan r’ojîyên xwe digirtin, cejnên xwe pîroz dikirin, şîn û şahîyên xwe pêk danîn, diçûn ser mezelan, li gor’istanan mirîyên xwe bîr danîn, nanê mirîyan derdixistin, xêr didan, wek ku şanê êzdîyan dik’eve, li hev dipirsîn: diçûn hewarî-gazîyên hev, dibûn xwendîyên şayîyan, diçûn ber ocax û zîyaretan tîya dibûn, serê xwe dadanîn, hêvîya jîyaneke bextewar dikirin û bi vî r’engî jîyana xwe ya netewî didomandin.
Lê kuloç’a sersalê? Ev jî hema-hema dik’et dema ku şev û r’oj weke hev dibûn dema sersala k’urdî ya netewî Newrozê. Wan r’ojan li fêza gundê me — li Davanê berfînek derdiket — ne wek kulîlkên berfê yên din bû bejna wê bilind bû, serê wê wek ku zengilekî lêvên wî tîş-tîşî bibin û paşva zivir’îbin — vajî bibûn, wek p’elên serbixwe. R’engê wan sût bû. Û di navenda her p’elekî tûdirêjkî ra kêleke zerê vekirî (qîç’ik) derbas dibû — te yê bigota yekî ta û derzî hildaye û ew kêl daye… Û hûn dizanin navê vê berfînê çi bû? — Newroz! Berfîna sersalê, mizgînîya biharê Newroz — Newroza delal! Lê dema ku kuloç’ ker dikirin?! Her we bidîta, em — zar’ok çawa li dorê dicivîyan, me çît digirt, û bê sebir hêvîyê bûn, k’a wê morîyê p’ara k’ê bik’eve. Mezinê malê jî, demekê kalkê min, lê paşê jî bavê min, kuloç’ ker dikir û ji bîna pe’tinî û temtîskan hewayê li ber bêvila me fûrdida û dengê mezinê malê guhê me dihingavt: «Ev p’ara Mêrê R’ojê, ev p’ara Xudanê Malê, ev p’ara Zîyayê zer, ev p’ara Mamer’eşan, ev p’ara Memê Şivan, ev p’ara Gavanê Zerzan, ev p’ara Xeta cot, ev p’ara malxwê malê, ev p’ara… r’êwîyê me, ev p’ara …xwendevanê me, ev p’ara!..»
A, êzdîtî ev bû!.. Û îro jî ev e, eger em bi r’astî êzdî bin bi ç’ûk û mezinên xwe va, bi oldar û bawermendên xwe va bê qîle û lêpî… Êzdî bin, ji ber ku êzdî ne, ji ber ku rewşa k’urd a xwezayî êzdîtî ye… Û êzdîtî û êzdîbûn jî ne wisa hêsan e!
Û li vir fêlbazî, lêpokî ne pêwîst in. Êzdîtîyeke nû, ji ber xwe h’inartî, bê bingeh nikare hebe, dûmka wê kin e, ji ber ku êzdîtîya r’ast û ya pîroz a destpênek’etî li ser zarê kal û pîrên me maye, di r’ewan(2) û r’amana wan da ye, ya ku bi zarê pîroz ê oldarên me yên r’ast û paqij tê gotin û dibe p’erwerdeya me ya r’ewanî… Ev jî di jîyana me ya herr’ojî da hema wisa hêsa çê nabe. Zar’oka ku bi çanda bîyanî ya xerîb mezin bû, ya ku heya bi xurekê xerîb hate mezinkirin, di mala xwe da bi êzdîtî nejîya û bîn neda, nikare bibe êzdî. Bi gotinekê: «Ez êzdî me!» — mirov nabe êzdî. Êzdîtî di destpêkê da bi p’erwerdeya dayîkê ra tê — dayîka êzdî, ya ku ew bi şîrê xwe ra, bi lorîkên xwe dide zar’okên xwe… Eger em dixwezin zar’okên êzdî mezin bikin, divê her dayîkekek êzdî bikin mamostaya ola êzdî. Ol bawerî ye, bawerî jî bi r’êya têgîhîştina r’amanî digîhîje, ji vê ra jî k’ar û xebateke bêhempa pêwîst dike…
Bingehek weha çêbûyî jî wisa hêsa hilnaweşe, nayê t’unekirin. Ev h’ezar û sêsed sal e, ola Îslamê di K’urdistanê da cîyê xwe girtîye, giranîya gelê me (80-90%) vê olê diparêze, lê hê jî, piştî ewqas sal, gelek kevneşopîyên êzdîtîyê di nav wî da mane…
Havîna 1993-an meyê li K’omara Adîgêyê ya Fêdêrasîyona Rûssîyayê di gundê Bêloyê da konfêransa Yekîtîya kurdên Sovêtê lidarbixista. Wê demê ez der-dorê 15 rojan li wir mam û malmêvanên min jî du malbatên k’urdên misilman bûn… Û dayîkên van malan, dema sond dixwarin, digotin: «Ez bi vê R’ojê!», «Ez bi vî nanê germ û t’exte sivrê sar!», «Ez bi vî agirî!»… Ma ev ji ku tê?
Lê eger em sondên nav me — êzdîyan binihêrin? — «Ez bi vî Şemsî!», «Similayî!» (ango, «Bismilayî!»), «Ez bi milyaketan!», «Ez bi Cin Teyar!», «Ez bi Şêşims!» — Ma ev ji ku tên?
Wek ku ji van herdu mînakan tê xuyanê, li bal hinek k’urdên misilman hinek tiştên bingehîn ên êzdîtîyê bêhtir hatine p’arastin, ne ku li bal k’urdên êzdî.
Demekê oldarekî êzdî bû mêvanê me — mirovekî hêja, oldarekî pîroz! Min demekê xizmeta wî kir. Û her carê, dema ez bi wî ra têkildar dibûm, zar’otîya min dihate bîra min, dema kalikê min E’merê Mamo ez dişandim pey şêx, an p’îrê xwe, digot: «Here, lawo, bêje p’îr K’erîmê Biro, bila bê, bîna min teng bûye, min bîra wî kirîye… Ya Xwedê hêvîyê ji min kêm nekî, ez gunehk’arek im, li r’û e’rdê dijîm… Ya Xwedê!» Digot û ez dilezandim: «De bilive, ha!»
Û her carê, dema ez bi oldarê bi rêz û hurmet ra diaxivîm, min t’exmîn dikir, ku wek ku dema zar’otîya min, bîna kalikê min bi K’erîmê Biro fireh dibû, bîna min jî — bi kekê p’îr…
Lê piştî van, dema dihat bîra min, ku ev zar’okên me yên îro, ji hebûn û bawerîya xwe bê zanebûn mezin dibin, ez bînteng dibûm…
Û di demeke weha da, carekê wî p’îrê me yê pîroz ê rûheden ji min ra got: «Ez ji te ra gorî bim, xwezî êzdîyên mîna te p’ir hebûna!» — Min ber xwe neda, ez teqîyam: «Ez çi êzdî me!» — Min got.
«Ma, li te xweş nayê, ku êzdî yî?» — Wî pirsî.
«Na! Ne ku li min xweş nayê! Ma êzdîtî weha dibe? Em û h’emû yên derdorê me, heya gelek zar’okên we oldaran jî, nizanin êzdîtî çî ye, mirov çawa bi êzdîtî dijî, mercên êzdîbûn û êzdîtîyê çi ne? Gelo, eger van fe’mkorên nav me zanibûna, wê bigotana, ku êzdî ne k’urd in?..» — Min bi dengekî bilind gotina xwe bir’î.
«Ma, tu çawa tiştê wisa dibêjî, — p’îr ber dilê min da hat, — her êzdîtyek ji dayîka xwe êzdî dibe! Ma dê-bavê te ne êzdî bûn? Belê! Tu jî êzdî yî!..»
Min dîsa ber xwe neda, vê carê ez bînteng bûm (bila keko min biborîne!), û bi xeyd lê vegerand: «Keko, ez gorî, ez ji dê-bavê xwe wek mirov hatime cîhanê. Paşê ez bi çanda k’urdî wek k’urd mezin bûme! Êzdîtîya min jî, dema ez bi dayîka xwe ra çûme ber zîyaret û ocaxên me, şêwaz-girtîye; dema oldar hatine mala me, wan û kalikê min sowbet kirine, wan drozge xwendine, qewl û beyt gotine, dema hatine ser mirîyan, r’ojên mezelan… Û hew! Hema k’esekî ez êzdîtî fêr nekirime, dayîka min ji min ra lorîk, an mercên êzdîtîyê negotine. Ewê bi xwe jî ew nizanibûne. K’esekî ew jî fêr nekirîye. Hê ya me baş e, me gund dîtin, me êzdîtî (p’ir an hindik!) dît û jîyan kir. Lê van zar’okan, ên ku li mêtropolên bîyanî mezin dibin bi çanda xerîb, di nav hewa û dor û berê olên xerîb da, emê çawa biparêzin?»
«Çawa?!» — P’îr bê hemdî xwe pirsa min dubare kir.
«Ê ku xwe êzdî dibîne, — min got, — divê ji bo êzdîtîyê tiştekî bike. — Kekê p’îr bi pirs li min nihêrî. — «Çi?» — Min pirsa wî ya bê deng bi zar lê zivirand. «- Vê jî hûnê bibêjin! Û barê herî giran li ser milê we oldaran e! Hûnê ji bo r’uhê her zar’okekê têkoşînê bikin, têkoşîna olî-netewî ya qazenckirinê. Bes nîne, ku hûn herin ser mirîyan, dirozga bixwînin, divê hûn herine her maleke êzdîyan, li bal zêndîyan, her yekî ra têkilîdar bin, r’ewan û mejîyê wan bi êzdîtîyê p’erwerde bikin. Hûn in hostayên r’ewana wan! Nizanim, ez ne oldar im, lê ez dibînim ên olên din çawa k’ar dikin. R’oj-nava r’ojê kerîyê we ji destê we diçe. Eger wisa bidome, demê bê, hûnê bibin wek şivanên bê kerî…»
Kekê p’îr bi melûlî li ç’avê min nihêrî, min t’exmîn kir, ku di r’uhê wî da hêwarzeyek r’abûye…
Ew hêwarze îro jî di nav min da k’el dide. Dihatûya van zar’okan wê çawa be? Emê vê ola kevnar a gelê k’urd çawa bip’arêzin — wek p’arçeyekî xezîna çanda mirovahîyê? Ev nezanîya ola netewî nexwendîtîya olî emê çawa ji holê r’akin û bingeha xwe ya r’uh û r’ewanî nas bikin? Ev pirsana dikin hêwarze û bersiva xwe dixwezin.
Ji hêla din va goftûgohên cûda, yên ku îro li ser ola Êzdî derk’etine holê, net’abetîyê didin her k’urdekî têgîhîştî (ew êzdî be, an — na!) û mirov dixweze têbîgîhîje û bersivê wan pirsan bibîne…
Dema em dibêjin êzdîtî ola k’urdî ya kevnar e, yên dijmberî me van tiştên han didin pêş me:
— Eger êzdîtî ola k’urdan a kevnar e, lê ev peyvên weha, yên ku di vê olê da hene, hûnê çawa şirove bikin? — Şems, Şêşims, Sult’an Êzîd, cinet, cehneme, r’uh, cin, miilyaket, melek, Tawisî Melek, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek Ferfxeddîn, Şêxûbekir, Ebûbekir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismilayî), R’ebê alemê/ Rebilalem, Xuliqellah, Xaliq… — Û dibêjin, ku ev navên bingehîn ên ola Êzdî, ne ku t’enê yên erebî ne, lê her weha giranîya wan peywirên ola Îslamê destnîşan dikin…
Heya radeyekê ev r’ast e. Lê t’enê heya radeyekê! Heya destpêka dema Şîxadî r’ewş cûda bû, bi hatina Şîxadî û hemû rêformên bi navê wî ra girêdayî serdemek nû di dîroka ola êzdîyan da destpê dibe, ya ku emê bi mercî serdema Şîxadî nav bikin. Lê serdema berî Şîxadî jî emê wek serdema Êzdîtîya kezî, ya bihurtî (pîroz) nav bikin.
Êzdîtîya îro, nîgara vê ola me ya kevnar û pîroz bi hatina Şîxadî ra şêwazekî din wergirt. Wek ku ji çavkanîyên dîrokî tê zanîn, Şîxad (Şêx Adî) di dema xwe da (sedsala pêncan a koçî) di Bexdayê da xwendina zanistî standîye (binihêre gotara Feqî Huseyîn Saxniç a «Şêxadî», kovara «Laliş», 2004, hejmar: 21, rûpel: 24-26.). Û wê demê jî di Bexdayê da xêncî p’erwerdeya ola Îslamê t’u p’erwerdeke din nikaribûye hebe, ji xêynî misilmanan yekî ji oleke din ji bo p’erwerdeyê nehatye pejirandin, ji ber ku ew p’erwerdeya ola Îslamê bûye. Ji bo wê jî ew êzdîtîya serdena Şîxadî bi r’engê xwe va p’ir nêzîkî Îslamê bûye, heya wek tarîqateke wê, û hemû zanista wî ya olî bi têrmînolojîya îslamî hatîye — gihîştîye me, heya hemû navên Xweda û Xwedawendên ola Êzdî wergerandine erebî, ango kirasekî îslamî lê kirine. Ev jî xwezayî ye, ji ber ku wî p’erwerdeya ola Îslamê standîye, ne ya ola Êzdî. Heya radeyekê ev zanista Şîxadî, ya ku oldarê serdema wî t’enê zarkî hîn bûne (oldarên êzdî dibêjim, ew dînekî sînem-devterî ye û li ser balgî digîhîje hinek oldarên şaraza û pispor), di nava çarçoveya oldaran da t’enê teng maye. Lê êzdîtîya berî Şîxadî, ya ku bêhtir gelêrî bûye, di nav gel da, di nav zargotina me ya gelêrî da hatîye p’arastin.
Em hema li van peyvan, ên ku hê jî di nava êzdîyan da zindî mane, binihêrin: Mêrê R’ojê(3), Xudanê malê, Zîyayê zer, Memê Şivavn, Gavanê Zerzan, Mamereşan, û navên din ên pîroz, eger ne navê xwedewandan in, lê çi ne? Her çiqas jî di nava sedsalan da dikare hinek tişt di wan da hatine guhartin!
Û bi vî awahî, piştî rêformên Şîxadî hêdî-hêdî, berekê va şûna peyvên : Xweda(ê)(4), r’ewan, bihuşt, r’aman, dojeh, firêştê, ol, tep, R’oj, bi hêvîya Xwedê van peyvan bik’ar tînin: Ellah, R’eb, Xuliqellah, R’ebilalem (R’ebê Alemê), r’uh, cinnet, cehnime, fikir, Milyaket, dîn, cin, Şems.
Dibe ku dehsal pêwîst bin (dibe ku sedsal?), ku lêkolînerên ola êzdî bingehên wan ên netewî bibînin.
Êdî em di derbarê nexwendîtîya hinek oldarên me da nabêjim, ên ku li ser şîn û xêran li şûna drozgeyên ola êzdî heya ayatên Qurana pîroz dibêjin û haş jî pê nînin…
Îro êzdîtî ji çarçoveya teng a monopolîya çend oldaran t’enê derk’etîye. Di dema xwe da gelek berevk’arên zargotina k’urdî her weha qewl û beyt û drozgên ola Êzdî jî berevkirine û weşandine, weşanên Yekîtîya êzdîyên K’urdistanê îro bi lêkolînên xwe va goftûgoheke berfireh li ser vê ola k’urdan a kevnar vekirine (bingehîn jî di «Laliş» ê da). Û ew goftûgoyên di civakê da (hinek cîyan bi tirs, hinek cîyan bi şerm û dizî) îro cîyê xwe didin lêkolînên zanistî yên li ser r’ûpelên weşanan û bi r’adîyo-têlêvîzîyonan…
Wek me li jorê jî got, hê jî di nav me da hinek ji nexwendîtîya olî êzdîyan ji netewa k’urd cûda dikin. Ji bo van tiştan jî bingehên cûda-cûda hene: yek, wek ku me got, nezanîya olî ya di nav me da ye, ya duduyan, cûdaxwezîya olî, ya ku bingeha xwe ya obyêktîvî heye û di nava gelek gelên cîhanê da jî r’û dide(5), a din, faktora siyasî ye: dema destekî ji derva van tiştan t’evger û destek dike, ji bo ku derbê bigîhîne yekîtîya netewê bi giştî. An jî cîh-cîhna ev h’emû faktor bi t’ev dertên holê.
Û em, wek êzdî û, her weha, lêkolînerên ola Êzdî, gihîştine qonaxekê, ku divê vekirî bi hev ra biaxivin, h’emû terefên pirsê yên tarî r’onî bikin, ç’avê cîhanê li ser r’astîya êzdîtîyê, nezanî-nexwendîtîya di nav me da û leyîstokên siyasî vekin.
Divê mirov ne li vê pirsê, ne jî xetera leyîstokên siyasî yên ser me — êzdîyan, bi ç’avekî biç’ûk nenihêr’in.
Li şûna peyvnivîsarê
… Du sal berê ji Lalişê peywirdarek hatibû Rûssîyayê. Ew bi t’emenê xwe ciwan, lê p’irî zane bû. Bi zanistî nêzîkî pirs û pirsgirêkên olî dibû, ji bo wê jî ji hêla gel va hate hezkirin.
Dema hevdîtinekê k’urdekî êzdî jê pirsî: «K’oç’ekê birêz, li vir hinek êzdî derk’etine û dibêjin, êzdî ne k’urd in. Ev çi tişt e, ji k’u hat? Hûn li vê pirsê çawa dinihêrin!»
K’oç’ek hizingek r’ahişt û, bêyî ku lez bik’eve, peyv bi peyv, yeko-yeko gotinên xwe rêz kir: «Ewên ku wisa dibêjin, dibe ku ne k’urd bin. Û, ger wisa ye, ew ne êzdî ne jî. Wê demê ew divê ji pîrik û dayîkên xwe bipirsin, k’a ew ji k’u tên… Eger ewên ku wisa dibêjin ne k’urd bin jî, ew nayê wê wateyê, ku êzdî ne k’urd in, ji ber ku tu têkilîya mirovên weha bi êzdîtîyê ra tuneye.»
«Eger êzdî ne k’urd in, êdî k’î k’urd e? — K’oç’ek gotina xwe domand. — K’î k’urd e — ne kurd e, ez nzianim, lê ku êzdî k’urd in, ew jî k’urdên li ser bingeha kal û bavan mayî ne, ez vê dizanim. Û cîhan jî vê dizane…»
___________________________________
Nasî:
* T’u grêfterîyek di navbera navê ola k’urdan a kevnar Êzdî û navê Sult’an Êzîd da nîne. Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlekî ola Êzdî da tê gotin: «Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!». Her navekî Xwedê tê ravekirin: Peyva Êzdî ji peyverêza «Yê ez dayî» tê. Paşê, hê dereng, ev peyverêz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, peyv jê werîyane, gihîştine hev û ew bûye peyvekê. Peyverêza «yê ez dayî» bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdî <êzdayî