Kulturname Çap bike! Çap bike!
Karîna Fetî

«Li Rûsiyayê, li bajarê Moskva yê bi sernavê «Moskow — bajarê aştiyê ye» fêstîvala têatroyên miletiyê tê derbaz kirin. Ev fêstîval her sal tê derbaz kirin. Gelek têatroyên miletiyê tevî wê dibin.
Eva êdî sala duyê ye, ku koma têatroya kurdî ya bi navê «Mîdiya»yê tevî vê fêstîvalê dibe, ku ew di sala 2007-ê da bi serokatiya Şalîko Bêkes hatiye damezirandin. Eva bûyareke berbiçev e di jiyana kûltûrî ya kurdên li diyasporê da. Grûpa têatro ya kurdî «Mîdiya» di meha çiriya pêşin ya wê salê da cara pêşin bi şanoya xwe ya bi sernavê «Yên Xwedê ji wan standî» va derkete ser dika Moskva yê. Û her şanoyeke wê her carê ji aliyê gelê me va wek cejin dihate qebûl kirin. Û ev yek tê fem kirin, eger em bidine ber çevan, ku li cihanê jimara têatroyên kurdî ne pir e. Ew têatro bi serfirazî li ser dijwariyan ra derbaz bû û di adara sala 2008-ê da bû laûrêata fêstîvala têatroyên miletiyê li Moskva yê û bi pênc dîploman va hate xelatkirin. Ew dê di vê fêstîvala navnetewî da, ku ya şeşane, şanoya xwe ya bi navê «Pey qaçaxa rastiyê» nîşan bidin, ku serokatiya têatroyê navê «Pey qacaxa Rastiye» lê kirîye.
Ev şano ji çend dîmenên biçûk hatiye amade kirin. Koma folklorê ya bi navê «Nûjîn» jî di komêdiya du perçeyî da wê hunurê xwe nîşanî temaşevan û maşoqên stiran û reqasên kurdî bike»
Karîna Fetî her di vê rêportaja xwe da diyar dike ku rêjîsorê vê şanoyê Şalîko Bêkes e û lîstikvanên wê jî ev in: Sêva Cewzo, Qasimê Çerkez, Mexsûdê Qasim, Cangîrê Dewatî û Şalîko Bêkes. Ew di rêportaja xwe da û piştî ku koma «Mîdiya» şanoya xwe pêşkêş kirî dîtina gelek kesên amade li ser wê distîne û ji wan endamekê Juriyê ku nave wî Yêvgênî Nîkolayêvîç Malînîn e û ew nivîskarê dramaturgî ye.
Yêvgênî dibêje:
«Ez endamê jyûriya vê fêstîvalê me. Û eva sala duda ye, ku ev têatro tevî fêstîvalê dibe. Wê cara pêşin şanoyek bi naverokeke bedbextî û xemgîniyê nîaşn da. Ew vê carê komediyayê nîşan dide. Ez dixwazim bi taybetî xebata rêjîsorî dest nîşan bikim. Ew, bê şik, merivekî aqilmend û bi kemal e. Ji wî ra alîkarî û piştgirî lazim e. Ne alîkariya afirandarî, lê ya peretî, moralî. Hilbet, temaşevan piştgirî dike, ji ber ku xuya dibe, ku ew çawa bi guhdarî û bi dilxweşî li şanoyê mêze dike».
Endamekê din yê juriyê Vladîmîr Borîsovîçî her di vê rêportajê da fikra xwe weha li ser vê şanoyê diyar kir:
«Ez eva bû sê sal endamê jyûriya vê fêstîvalê me. Û firsenda min hebû ez bala xwe bidime pêşketina vê koma têatroya kurdî. Ez texmîn dikim, ku dereceya hostatiya rêjîsoriya vê şanoyê pir bilind bûye û ji ya berê pir xurttir e. Fêstîval, ew ne tenê hesabdayîna sal bi sal e, lê ew dereceyeke nû ya hostatiyê ye».
Têbînî: Wêne ji Radyoya Dengê Rûsiyayê hatiye wergirtin.
————————————
Nivîskar: Kulturname — Nûçe — info@kulturname.com
Weşandin: 2009-04-13
© 2008 Kulturname
URL: http://www.kulturname.com/?p=1654