Уважаемые Пользователи и Участники нашего сайта! Предлагается Новая Тема для детей и не только для них… Мы предлагаем помещать здесь знакомые Вам детские стишки, шуточки в стихах, считалочки, скороговорки… ну и всё в этом духе.
Я уверен, что это будет очень интересно для тех, кто не хочет, чтобы эти фольклорные ценности не канули в Лету, а те, кто прочитают — для них это будет безгранично интересно.
Ждем Вашего вклада в это народное дело.
С уважением к Вам Şalîko Bêkes!
HINDIK — RINDIK
Ziman — nasnama milet e û, hilbet, zimanê dayîkê zarok ji dê û bavê xwe, ji malê da fêr dibin. Belê, wê fêr bin, eger dê û bav zimanê xwe zanin, yanê jî malê da bi zimanê xwe diaxivin.
Zarokê biçûk bi çîroka, bi mesela-meteloka mezin dibin, hê zarotyê da hînî kubra zimanê dê dibin. Lê min gelek cara bihîstiya, ku daykê me ye cahal zarokê xwe bi mesele-metelok û çarînê rûsî yanê jî gurcî, niha jî bi zimanê ewropî, mezin dikin. Bi fikra min; kêmasî ji nezaniya van meselê, bi zimanê kurmancî, tê.
Bi vê yekê jî min nêt da pêşiya xwe; biger’im ji kal û pîrê me wan nimûnê zêr’în berav kim. Zargotina me — kaniya bê serî û bê bin e, p’ir tiştên hindik-rindik em dikarin jê peyda kin.
Wan mesele-metelokê ji alyê minda berav kirî, ez p’êşkêsî dayîk û pîrikê cahal dikim. Ji k’erema xwe, hîn bin û zar’okê xwe jî hîn bikin. Ne çawa helbestekê da te gotin: «Ziman — rewşa me ye»…
Hebûna me ye, emê hebin, eger ew hebe…
Bi silavên germ — Leyla Çildergûşî
Вы послушайте, ребята,
Я хочу вам рассказать:
Родились у нас котята —
Их по счёту ровно пять.
Мы решали, мы гадали:
Как же нам котят назвать?
Наконец мы их назвали:
РАЗ, ДВА, ТРИ, ЧЕТЫРЕ, ПЯТЬ.
РАЗ — котёнок самый белый,
ДВА — котёнок самый смелый,
ТРИ — котёнок самый умный,
А ЧЕТЫРЕ — самый шумный,
ПЯТЬ похож на ТРИ и ДВА —
Те же хвост и голова,
То же пятнышко на спинке,
Так же спит весь день в корзинке.
Хороши у нас котята — РАЗ, ДВА, ТРИ, ЧЕТЫРЕ, ПЯТЬ!
Заходите к нам, ребята,
Посмотреть и посчитать.
Раз, два, три, четыре, пять
Вышел Зайчик погулять.
Вдруг охотник выбегает —
Прямо в Зайчика стреляет:
Пиф-паф!
Ой-ой-ой!
Умирает Зайка мой…
Принесли его домой-
Оказался он живой!
Niqitk, niqitk, ç’avê min
Deve, poze, serê min
Guhe, stuye, destê min
Cendek, nigin, direvim.
Hevîr dikim du desta
Destê rastê, destê çepê
Ava kanya û çema
Berav dikim du (her du) desta.
Hîvê, hîvê zozanê
Diya min shorba shоr çêkir
Gazî kur’ê mîr kir,
P’ara hîvê bîr kir.
P’ishîka min beleke
Poç’a p’isho xeleke
T’evî Evînê dilîze
Shîrê Evîn didize.
ЛЮДОЕДЫ
(Борис Заходер)
Жили-были два соседа,
Два соседа-людоеда.
Людоеда
Людоед
Приглашает
На обед.
Людоед ответил: — Нет,
Не пойду к тебе, сосед!
На обед попасть не худо,
Но отнюдь
Не в виде
Блюда!
КТО НЕ СПИТ?
Раз, два, три, четыре, пять,
Шесть, семь, восемь, девять, десять!
Надо, надо, надо спать!
И не надо куролесить!
Кто уснул — тот видит сон,
Кто не спит — тот выйди вон!
НА ЗОЛОТОМ КРЫЛЬЦЕ СИДЕЛИ
На золотом крыльце сидели:
-царь,
-царевич,
-король,
-королевич,
-сапожник,
-портной.
Скажите, пожалуйста, кто вы такой?
P’şîka min beleke,
Poç’a pişo xeleqe
Tevî Evînê dilîze (li vir her kes dikare navê zara xwe bêje)
Şîrê Evînê didize.
R’ûvî, r’ûvî – r’indiko,
Serê dêlê kinciko.
Qirşe-qale dare bere
Hilde here mala bavê xwe.
Heger pezê pîrê nebû 24 —
Serê min lêxe qote dar.
Gorê Xecê heft r’enge,
Gore li nig r’a tenge,
Xecê keç’ek çelenge
Li ser bû qal û cenge.
Gulê hûre qaline,
Ç’avreş e, poz bilinde…
Kulîlka nava gunde,
Çiqas bêjî — ev r’inde.
Kavr’ê min kur’î-sîse,
Ort’a gomê dilîze.
P’irça wî tême warise,
Goştê wî tême h’elîse.
Kur’o-kur’o, kur’anî
Kevir avît kewkanî
Ç’avê keç’ika deranî
Ji xwe r’a kire mêranî.
Birê me yî her şeşa,
Dendikê qira zeveşa
Şorba dilê nexwaşa.
Hêklê-mêklê, carim cêklê,
Hestûyê kewê, li ber kewê,
Kewka fir’ê çitî gur’ê…
Kur’ê pîrê
Pişke, pişke;
Yek dirane
Yek jî mişke.
Ç’îrongê, ç’îvanokê
Hespê bûkê
Çû gêdûkê
Singo-mingo —
Min çi xwaş go.
Şîrin şala tê,
Gezî dara tê,
Xwerzî xala tê,
Birazî apa tê
Vê sibeyê welatê xerîbyê
Bîna wî çiqas xwaş tê.
Bavo, kanê şeşe nan,
Dayê, kanê şeşe nan,
Herme gelyê kakana
Bikujim nêrî-berana;
P’ara met’ê mêş ketê
H’eram kim nêçîra we betê
Seva xatirê wê metê.
Hîvê, hîvê zozanê,
Dîya min şorba şîr çêkir…
Gazî kur’ê mîr kir —
P’ara hîvê bîr kir.
[font=Arial]
Carekî camparekî
Çil k’ûsî bên derekî
K’ûsîk hilk’işiya ser darekî
Dar hejiya
K’ûsî k’et, ç’evê wê r’ijiya
Это мне дедушка в детстве рассказывал…
Xişt-mişt —
Çû ber derî rûnişt.
……………………………. Gêzî.
Малышка, я мужественно пытаюсь перевести стихотворение вашего дедушки. У меня много вариантов.. О белой черепахе в бинтах?… О черепахе серой масти у которой ломка?… Вообщем, я крутила, слова, которые удалось перевести и так и эдак, соединяя их самым невероятным способом… Как видите — получилось не очень.. Каков же настоящий перевод??