- Advertisement -
Домой Без рубрики DERHEQA ÇEND ERF-EDETÊ MEDA, KU EYDA (CEJNA) XIDIRNEBÎRA GIRÊDAYÎNE

DERHEQA ÇEND ERF-EDETÊ MEDA, KU EYDA (CEJNA) XIDIRNEBÎRA GIRÊDAYÎNE

- Advertisement -

E’MERÎKÊ  SERDAR

          Ez dixwazim vê carê derheqa çend e’rf-e’detê me da, ku h’îmlî bal êzdiyê Ermenîstanê û Gurcistanê hatine xweykirinê (xêncî yekê), û ew roja e’yda (cejna) Xidirnebî da têne derbas kirinê. Telebext ra, ji wan e’rf-e’deta yek, bawer bikî, bi t’emamî hatye bîrkirinê. Gilî derheqa K’OSEGELDÎ da ne. Niha gundê êzdiyê Ermenîstanê da t’u ciya e’detê Kosegeldî nemaye. Cêribandin hate kirinê, wî e’detî vegerînin. Sala 2007-a p’êşekzana antropologiya yê, lekolînkira k’ilamê k’urda ye şînê, doktora zanyariyê Estelle Amy de la Breteque û aktîvîsteke gund Cemîla Şekro (bineliya gundê Elegezê, marza Aragasotnê, (Ermenîstan) gundê Elegezê da cêribandin e’detê K’osegeldî roja berî e’yda Xidirnebî bidne derbaskirinê. Derheqa wê yekê da kasêta vîdêoyê heye û mala me da tê xweykirinê.

          Ew e’det çi cûreyî hatye derbas kirinê?

          Roja berî e’ydê, êvarê, cahilê gund cîkî t’op dibin, cilê miletiyê xwe dikin, yekî nav xwe da k’ivş dikin çawa K’osegeldî û giva ew qîze, kincê qîza lê dikin, yê mayîn jî cilê miletiyê xwe dikin, yanê pişmêrî û xweykirê wê ne, bi def û zurnê nava gund diger’in. Diçin her malekê, govendê digrin, dilîzin. Mal da t’exte vedikin, hatina wana silav dikin, dua’ hevdu dikin, e’yda hevdu pîroz dikin, xweyî, yanê kevanya malê tiştekî p’êşkêş dide K’osegeldî û k’omê. Bi vî cûreyî t’emamiya gund diger’in, diçin her malekê û cihalê mayîn (ne ji k’oma pişmêrya) gerekê bixebitin K’osegeldî biqurçînin, xwaşiyê xwe hevdu bikin. Eva mînanî têatra gelêrî ye, ger’oke, ku wextê da çawa Rohilatê da, wisa jî Roavaê da sedsaliyê navînda gelekî bela bûyî bû. (Lêgênd dibêje, wekî Wîlyam Şêkspîr t’evgelekî têatroê wî cûreyîye gelêrî ye, ger’ok bûye).

          Dawiyê da k’om cîkî berav dibe, ew çi ku p’êşkêş danê yanê dixun, yanê jî hev p’arevedikin. Telebextra, eva her t’enê ma çawa cêr’ibandin û nava gel da bi firetî bela nebû.

          Fikra vî e’detî şabûne, wekî şabûnê dikine nava t’emamiya gundekî, xwaşiyê xwe hevdu dikin, dilsariyê didine hildanê û eva jî aliyê xwe da xemleke nuh dide çanda me ye debê.

          E’rf-e’detê duda TOTKA ŞOR’, PARIYÊ Ç’IVÎKÊYE. Ev e’rf-e’det, bawer bikî, bi t’emamya xwe va nava êzdiyê Ermenîstanê û Gurcistanê, çawa bineliyê bajara, wisa jî gunda da hatye xweykirinê. Çira jê ra dibêjin Totka şor’? Ew ji sê te’ma tê çêkirinê: ar, av û xuyê. Êvara pêşema, berî e’yda Xidirnebî, qîzeke cahile nemêrkirî ewê totikê lêdixe, cahilê malê (qîz yanê xortê azep) nîvê wê totkê berî razanê dixun, nîvî jî dikin bin be’lgiyê xwe û radizên. Fe’mdarî ye, totik şor’e û wê t’î bin. Lê gerekê t’u wexta avê venexun, wekî xewnê da bibînin, çika k’ê av da wan. Xewnê da jî k’ê av da wan, qîz be – wê wî xortî bistîne, xort be – wê wê qîzê bistîne.

          Xêncî wê e’detekî ha jî gundê êzdiya da hebû û heye. Roja e’yda Xidirnebî, sibê zû, xortê nezewicî yanê qîza nemêrkirî gotî pariyê nan yanê xurek bibirana danyana cîkî bilind (h’îmlî ser k’ulekê). Vê yekê ra digotin Pariyê ç’ivîkê. Û gotî hert’im ç’e’vê wana lê bûya, çika ç’ivîk yanê teyredeke mayîn ewî parî k’î alîda dibe. Wexta dibir, wekî wisa ne xortê wî alî bizewice, qîzê wî alî mêr bike.

          Lema nava gel da digotin: «Xidirnebî, Xidireylazê mirazbaxş, miraza digihîne hev”.

          Wextê rojiyê Xidirnebî, êvara berî e’ydê e’detekî ha jî hebû. Derdaneke fireh da ar elek dikirin, şe’rek davîtne ser û cîkî mal da datanîn. Giva Xidirnebî syarî bê wê malê û here, rêç’a hespê wî ser wî arî wê bimîne. Wexta ha dêmek risqê malê wê salê zêde dibe. Wê malê derheqa wê yekê da gundî pê didane h’esandinê û rojtira mayîn, paşî e’ydê, e’seh gotî qurban bida.

          E’rf-e’detekî mayîn, ku ez dixwazim derheqa wî da binivîsim — DOLÎ DANGE. Eva e’deta h’îmlî gundê êzdiya da dihate derbas kirinê. Roja e’yda Xidirnebî k’ome zar’ok (10-15 salî) digihîştine hev û qirar dikirin Dolî dangê derbas kin. Benekî dirêj kite goreva dikirin û nava gund diger’iyan, hildik’şiyane ser xanya, ew kita gorê, ku jê ra digotin Dolî dang, jor da k’ulekê da darda dikirin û digotin:

Dolî, Dolî dangê,

Pîra malê qurbangê,

Xortê malê ze’vangê,

Tiştekî têkne vê Dolî dangê.

          Kevanya malê êmîş, şîrinayî, yanê çerez dikire wê Dolî dangê. Û bi vî teherî t’emamya gund diger’yan, paşê cîkî rûdiniştin, ew çi ku berav kiribûn, hevdu p’arevedikirin.

          Ev e’rf-e’det dihatne kirinê bona gel şabe, çimkî e’yd bû, e’yda Xidirnebî bû, gotî gel şabe, e’yda xwe rind derbas ke. Evana jî atrîbûtê wê e’ydê bûn.

          Ez niha nikarim bêjim gelo fikra wane zanyarî çi ye, lê dikare biqewime paşerojêda hinek lêkolînvan rabin, van e’deta lêkolîn bikin û tê da tiştê wisa bibînin, ku ronkayê bavêjne ser pirsêd êtnografiya, dîrok û çanda me ye nedîyar.

s.2014-a   Yêrêvan.

Am 14. Februar 2014   /     

- Advertisement -
- Advertisement -

Stay Connected

16,985ФанатыМне нравится
2,458ЧитателиЧитать
61,453ПодписчикиПодписаться

Must Read

PIYÊSA XELÎLÊ ÇAÇAN ”MEMÊ Û EYŞÊ”

Bîranîneke xweş ya berî zêdeyî 40 salan, ku îzbata karê pîroz yê ronakbîrên kurdên Sovyeta berê ye. Nimûneyeke zargotina me a delal, bi qelema nivîskarê...
- Advertisement -

ЕЗИДЫ: МНОГОВЕКОВАЯ КОСТЬ В ГОРЛЕ ИСЛАМСКОГО МИРА

Прочитав заголовок статьи, кто-то подумает, что я сейчас буду бочку на ислам катить. Ничего подобного: я с одинаковым скепсисом отношусь ко всем религиям/философиям/мировоззрениям, претендующим на истину в последней инстанции.
Во многом мой скепсис объясняется тем, что именно такие претенциозные идеологии на определенном историческом этапе привели к религиозному помешательству, ставшему нормой не то что для целых народов, но и для целых цивилизаций.

Предки курдов были славянами! Их нельзя разменивать на Эрдогана…

Дарья Асламова

Мне физически плохо. Как может быть плохо человеку, который разрывается между политическим цинизмом и правдой. Как всякая женщина, я предпочитаю реальность. Но и лгать я не могу. Мы заигрались с курдами. У меня был товарищ-журналист, у которого папа-историк писал диссертацию о курдах в советское время. Тема была вроде того: «Курды — лучшие друзья СССР». Когда он закончил, его кураторы из КПСС сказали, что политическая обстановка поменялась, и курды теперь — пособники мирового капитализма. Диссертацию надо переписать. Он переписал. А что делать? Тогда ему снова отказали: «Обстановка переменилась. Курды снова наши друзья, но не совсем. Перепиши и смягчи акценты». Надо ли говорить о том, что папочка моего коллеги так и не защитил диссертацию?

Белые люди Курдистана: сражающиеся потомки ариев

В последние месяцы, в связи с военными действиями в Сирии и особенно в связи с активной и неприглядной ролью в них Турции, всё чаще и чаще в СМИ упоминаются курды, которые активно ведут боевые действия на территории Сирии и противостоят джихадистам из ИГИЛ и другим террористическим организациям. За это они подвергаются геноциду как со стороны террористов, так и со стороны правительства Турции.

Но как так оказалось, что курды воюют в Сирии, а также проживают в Турции, Ираке, Иране и даже России? Что представляет из себя этот воинственный народ, о котором, не будь этого военного конфликта на Ближнем Востоке, рядовой потребитель СМИ никогда бы и не узнал? История этого народа древняя и трагичная. Прежде всего, стоит сказать, что, проживая на своих исконных территориях тысячи лет, курды в новейшей истории не имеют собственного государства.

Related News

КУРДЫ

Курды (курд. کورد Kurd) — этническая группа на Ближнем Востоке, живущая в основном в восточной части Турции (Северный Курдистан), западном Иране (Восточный Курдистан), северном Ираке (Южный Курдистан) и северной Сирии (Западный Курдистан). Многочисленные диалекты курдского языка относятся к северо-западной подгруппе иранских языков. Большинство курдов исповедует ислам, меньшинство — езидизм, христианство и иудаизм.
- Advertisement -

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here

Fatal error: Uncaught Error: Call to undefined function jnews_encode_url() in /var/www/u1244608/data/www/shaliko.ru/wp-content/plugins/jnews-social-share/class.jnews-select-share.php:225 Stack trace: #0 /var/www/u1244608/data/www/shaliko.ru/wp-content/plugins/jnews-social-share/class.jnews-select-share.php(357): JNews_Select_Share::get_select_share_data('facebook', false) #1 /var/www/u1244608/data/www/shaliko.ru/wp-content/plugins/jnews-social-share/class.jnews-select-share.php(65): JNews_Select_Share->build_social_button('facebook') #2 /var/www/u1244608/data/www/shaliko.ru/wp-includes/class-wp-hook.php(287): JNews_Select_Share->render_select_share('') #3 /var/www/u1244608/data/www/shaliko.ru/wp-includes/class-wp-hook.php(311): WP_Hook->apply_filters(NULL, Array) #4 /var/www/u1244608/data/www/shaliko.ru/wp-includes/plugin.php(484): WP_Hook->do_action(Array) #5 /var/www/u1244608/data/www/shaliko.ru/wp-includes/general-template.php(3021): do_action('wp_footer') #6 /var/www/u1244608/data/www/shaliko.ru/wp-content/plugins/td- in /var/www/u1244608/data/www/shaliko.ru/wp-content/plugins/jnews-social-share/class.jnews-select-share.php on line 225